May 29, 2021 09:42 Asia/Tehran
  • Tirkiye filistîniyan û tirkên Uygurê li Efrînê bicih dike

12 rêxistinên mafên mirovan ên li herêmên kurdî li Sûriyê, berdewamiya guhertina demografiya Efrînê şermezar kirin û daxwazê ji civaka navdewletî kirin ku binpêkirinan rawestînin. Li gor daxuyaniya ku wan belav kirin, Tirkiye “koçberên Sûriyê, malbatên Filistînî û Tirkên Uygurê” li Efrînê bicih dike.

Ew 12 rêxistinên mafên mirovan di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin ku Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê, berdewam demografiya Efrînê diguherin û binpêkirinan li hemberî xelkê wê deverê dikin û şûnwaran didizin.

Her li gor wê daxuyaniyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ku navê opozisyonê li wan kiriye, bi riya komeleyên xêrxwaziyê, ji bo koçberên Sûriyê û malbatên filistînî û turkmenên Uygur yên Çînî bo ku lê bicih bibin yekeyên niştecihbûnê ava dikin.

Rêxistinên mafên mirovan ew kiryar şermezar kirin û hişyarî li ser derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de dan.

Rêxistinên mafên mirovan daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku destêwerdanê bike û “binpêkirinan rawestîne û dawiyê li dagirkeriya Tirkiyê bînin.

Herwiha ew rêxistin daxwaz ji civaka navdewletî dikin, Efrîn û navçeyên din yên di bin kontrola Tirkiyê de têxin bin çavdêriya navdewletî û hêzên aştîparêz li wan navçeyan belav bibin heta ku çareseriyek ji pirsa Sûriyê re li gorî biryara 2254 were dîtin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên tundrew ku Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çete dagir bû.

Di encama êrişên giran û dagirbûna herêm û bajarê Efrînê ji aliyê artêşa tirk û çeteyên wê de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên xwe bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê. Her ji wê rojê ve binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê despê kir û hîn bi şidet berdewam dikin.

Serepeyv