May 28, 2021 20:49 Asia/Tehran
  •  ‘Tirkiye malbatên Filistînî û Tirkên Uygurê li Efrînê bicih dike’

12 rêxistinên mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewamiya guhertina demografiya Efrînê şermezar kirin û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku binpêkirinan rawestînin. Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Tirkiye “koçberên Sûriyê, malbatên Filistînî û Tirkên Uygurê” li Efrînê bicih dike.

Li gorî rapora Rûdawê, Ew 12 rêxistinên mafên mirovan di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin ku Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, berdewam demografiya Efrînê diguherin û binpêkirinan li hemberî xelkê wê deverê dikin û şûnwaran didizin.

Her li gor wê daxuyaniyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê, bi rêya komeleyên xêrxwaziyê, ji bo koçberên Sûriyê û malbatên Filistînî û Turkmenên Uygur yên Çînî bo ku lê bicih bibin yekeyên niştecihbûnê ava dikin.

Rêxistinên mafên mirovan ew kiryar şermezar kirin û hişyarî li ser derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de dan.

Rêxistinên mafên mirovan daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku destêwerdanê bike û “binpêkirinan rawestîne û dawiyê li dagirkeriya Tirkiyê bînin.

Herwiha ew rêxistin daxwaz ji civaka navdewletî dikin, Efrîn û navçeyên din yên di bin kontrola Tirkiyê de têxin bin çavdêriya navdewletî û hêzên aştîparêz li wan navçeyan belav bibin heta ku çareseriyek ji pirsa Sûriyê re li gorî biryara 2254 were dîtin.

Bi sedan hezar Kurd ji Efrînê koçber bûne

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cûr çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bi cî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

 

 

Serepeyv