Bişar Esed; Serketiyê Hilbijartina Serokomartiyê ya Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i326632-bişar_esed_serketiyê_hilbijartina_serokomartiyê_ya_sûriyê
Bişar Esed serokomarê niha yê Sûriyê bi wergirtina zêde ji sedî 95ê dengan, di Hilbijartina Serokomartiyê da bi ser ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 28, 2021 05:04 Asia/Tehran
  • Bişar Esed; Serketiyê Hilbijartina Serokomartiyê ya Sûriyê

Bişar Esed serokomarê niha yê Sûriyê bi wergirtina zêde ji sedî 95ê dengan, di Hilbijartina Serokomartiyê da bi ser ket.

Li gorî rapora Fars Newsê, Hemûde Sebax, Serokê Parlimana Sûriyê demek beriya niha ragihand: Bişar Esed bi wergirtina sedî 95.1ê dengan di Hilbijartina Serokomartiyê ya vî welatî da bi ser ketiye.

Li gorî ragihandina serokê Parlimana Sûriyê, ji 14 miliyon û 239 hezar sûriyên ku beşdarî Hilbijartina Serokomartiyê bûne, 13 miliyon û 540 hezar û 360 kesî dengê xwe dane Bişar Esed.

Mehmûd Mer'î û Ebdullah Selûm Ebdullah berendamên din ên Hilbijartina Serokomartiyê jî bi rêzê 470 hezar û 276 (3.3%) û 213 hezar û 968 (deng (1.5%) bi dest xistin.

Serokê Parlimana Sûriyê asta beşdariya gel di Hilbijartina Serokomartiyê da sedî 78 da zanîn.