Li Efrînê teqînek mezin pêkhat
Li naverasta bajarê Efrînê yê kurdên Sûriyê duh teqînek çêbû û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên nûçeyan ji nav bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê ragihand ku teqîn ji ber encama mînekê bûye ku di otomobîlekê de hatibû bicihkirin.
Li gor heman çavkaniyê, di encama teqîna wê mînê de, herî kêm 2 kes birîndar bûn ku di nav wê otomobîlê de bûn.
Çavkaniyê diyar kir ku teqîn li pişt xwaringeha Vîn li taxa Efrîna kevin çê bûye û kesekî ku temenê wî derdora 50 salî ye bi tometa ku destê wî di teqînê de hebûye hatiye girtin.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên ser bi vî welatî roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran ji erd û esmîn, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ji aliyê artêşa tirk û terorîstên ku ji wan piştgiriyê dike hat dagirkirin. Piştî vê êrişa diriondane ser Efrînê bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên xwe bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û terorîstan, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.