May 24, 2021 13:27 Asia/Tehran
  • Namzedê Serokatiya Sûriyê: Li Sûriyê ti cudahî di navbera Ereb û Kurdan de tune ye

Mehmûd Mer'î bi rêya telefonê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser hilbijartinên Serokatiya Sûriyê û çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê axivî.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Namzedê Serokatiya Sûriyê Mehmûd Mer'î derbarê pirsa Kurd de diyar kir ku Kurd beşek ji gelê Sûriyê ne û ti cudahî di navbera Ereb û Kurdan de tune ye û nabe cudahî di navbera wan de were kirin, ev pirrengiya ku li Sûriyê heye, nabe guman li ser hebe.

Mehmûd Mer'î bi rêya telefonê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser hilbijartinên Serokatiya Sûriyê û çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser pirsa "Tevî ku bi milyonan welatiyên Sûrî li derveyî welat in, di rewşeke wisa de rewatiya vê hilbijartinê hûn çawa dibînin?" Mehmûd Mer'î diyar kir: “Hilbijartinên serokatiyê destkeft e,

nabe ku Sûriye di valahiyeke serokatiyê yan jî yasadanînê de bimîne. Hilbijartinên serokatiyê di dema xwe ya diyarkirî de ye, herwiha li derveyî Sûriyê û li navxwe jî dibe, ku hilbijartin li 64 welatan birêve diçe û hin welatan jî ev prose boykot kirine û rê nedan ku welatiyên Sûriyê dengê xwe bidin, ji bo hilbijartina Serokê Komara Sûriyê, ji wan Tirkiye û Almanya jî, welatên din ku balyozxaneya Sûriyê li wan welatan hene hilbijartin hebûn, li Urdinê, li Lubnanê, li Iraqê, li Qahîreyê, heta li Awustralya û Japonya û welatên din jî, ku hilbijartinên serokatiyê lê birêve çûn.”

Li ser pirsa Kurd û ji bo çareseriya vê pirsê, Mehmûd Mer'î dibêje: “Bêguman bernameya min heye ji bo hilbijartinan li Sûriyê, girêdayî pirsên niştimanî û herwiha maf û erkên welatiyan.

Bernameya min a hilbijartinan; serbestberdana wan girtiyên ku li ser fikr û ramanên xwe hatine girtin, herwiha pêkanîna hikûmeteke niştimanî ku opozîsyon û desthilat bi rastî beşdar bibin.

Ez ê bixebitim ku ji bo diyalogeke niştimanî kongreyekê pêk bînim û desthilat û opozîsyona niştimanî yên hundir û derve jî beşdar bibin, diyalogek çêbibe ji bo gihiştina çareseriya krîza Sûriyê, herwiha sererastkirina destûrê jî ku em destûreke nû ji Sûriyê re binivisînin, ku li ser esasê hemwelatîbûna wekhev bibe, Ereb, Kurd, Xirîstiyan, Misilman wekhevî di navbera pêkhateyan de hebe.”

 

Wî herwiha diyar kir: “Kurd beşek ji gelê Sûriyê ne, gelek serokên Sûriyê hebûn ku ew bi xwe Kurd bûn. Yekem Serokê Sûriyê Kurd bû, Mihemed Elîl Abid, herwiha gelek niştimanperwerên ku li dijî Fransiyan rabûn, gelek kesên din jî ku ji bo Sûriyê şer kirin, postên bilind jî wergirtin li Sûriyê. Li Sûriyê ti cudahî di navbera Ereb û Kurdan de tune ye û nabe cudahî di navbera wan de were kirin, ev pirrengiya ku li Sûriyê heye, nabe guman li ser hebe.”

 

Namzedê Serokatiya Sûriyê Mehmûd Mer'î dibêje: “Rewşa li Sûriyê roj bi roj baştir dibe û pêş dikeve, gelek welat balyozxaneyên xwe vedikin, bi vê yekê jî em dibêjin ku divê dagirker nemînin, bi taybetî dagirkeriya Tirkiyê, ji Efrîn û Idlibê, heta Girê Spî û Serê Kaniyê derkevin. Em dibînin ku ew dagirker in û herwiha hêzên Amerîkî jî li ser axa Sûriyê hêzên dagirker in û divê ew hêz li ser axa Sûriyê nemînin.”
 

Serepeyv