Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 57 kesên din bi covid-19 ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i326485-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_57_kesên_din_bi_covid_19_ketin
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 57 kesên din bi covid-19 ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2021 18:27 Asia/Tehran
  •  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 57 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 57 kesên din bi covid-19 ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 2 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye; mêrek ji Hesekê ye û mêrek jî ji Amûdê ye.

Mistefa her wiha destnîşan kir ku 57 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 30 mêr in û 27 jî jin in û li van herêman in:

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku 4 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 17 hezar û 328 kes bi Koronayê ketine, ji wan 711 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 762 kes baş jî bûne