Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 91 kesên din bi covid-19 ketin
May 20, 2021 19:50 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 91 kesên din bi covid-19 ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 3 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Mistefa her wiha destnîşan kir ku 91 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 47 mêr, 44 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 11
Qamişlo: 9
Dêrik: 1
Kobanê: 4
Reqa: 45
Tebqa: 19
ŞEHBA: 2
Mistefa da zanîn ku 2 kes jî baş bûne.
Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 17 hezar û 179 kes bi Koronayê ketine, 705 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 757 kes baş bûne.