May 18, 2021 18:41 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 43 kesên din bi Koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 43 kesên din bi covid-19 ketine û 2 kesan ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 2 kesên ku bi  koronayê jiyana xwe ji dest dane, jinek ji Hesekê û mêrek ji Qamişloyê ne.

Mistefa diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 43 kesên din bi Koronayê ketine ew jî 20 mêr û 23 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 17

Qamişlo: 10

Dêrik: 6

Amûdê: 1

Dirbêsiyê: 5

Reqa: 2

Minbic: 1

Kampa Holê: 1

Mistefa destnîşan kir ku 4 kesên ku berê bi Koronayê ketibûne, baş bûne.

Bi van daneya re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 17 hezar û 88 kes bi Koronayê ketine, ji wan 702 kesî jiyana xwe ji dest daye û hezar û 755 kes baş bûne.

Serepeyv