May 15, 2021 12:21 Asia/Tehran
  • Şêniyên Helebê: Qutkirina ava çemê Firatê şerê ji bo qirkirinê ye

Hawar Newsê nivîsiye: "Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, wek kiryareke terorîstî bi nav kir û bang li rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî kir ku fişarê li dagirkeriya dewleta Tirkiyê bikin da ku sûcên wê yên li dijî gelên herêmê bidin rawestandin."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), dewleta Tirkiyê ji 27`ê Çileyê ve qutkirina ava çemê Firatê li ser gelê Sûriyê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Ji ber qutkirina avê asta derxistina kehrebeyê kêm bû. Di encamê de li gelek taxên Helebê kehrebe û av dem bi dem qut dibe.

Şêniyê bi navê Omer Fewzî yê ji taxa Şêxmeqsûd got: “Dewleta Tirkiy bi qutkirina avê li ser gelê Sûriyê bi taybet şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike vîna wan bişikîne nexasim ku hemû komplo û siyasetên wê yên li dijî gelên herêmê bi bin ketin.”

Fewzî qutkirina avê bi `kiryareke terorîst a li dijî gelan` bi nav kir. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirkiyê bi rêbazên cuda gelê Sûriyê dikuje, herêmên wê dagir dike vê carê jî avê wekî çek li dijî wan bi kar tîne.

Têkildarî bandorên qutkirina ava çemê Firatê şêniyê bi navê Mihemed Îsal got ev yek bandorê li çandiniyê, avdanê û derxistina kehrebeyê dike û wiha pê de çû: “Guneha vî gelî çi ye heta ku avê li ser qut dike?”

Îsa bang li rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirkiyê bikin da ku şerê qirkirinê û kiryarên sûcdar rawestîne.

Şêniya bi navê Lîna Mihemed jî sûcên dewleta Tirkiyê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qutkirina ava çemê Firatê şermezar kirin û got: “Dewleta Tirkiyê dixwaze gelan qir bike. Banga îslamê dike lê di meha Remezanê de ava çemê Firatê li ser şêniyan qut kir. Ev kiryareke derexlaqî û dermirovî ye.”

 

Serepeyv