Meclisa Leşkerî ya Suryanî peyama Cejna Remezanê da
May 13, 2021 10:29 Asia/Tehran
Meclis Leşkerî ya Suryanî Cejna Remezanê li Muslimanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û banga hevgirtin û yekkirina refan li hemberî astengî û gefan kir.
Îro Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi boneya Cejan Remezanê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em Cejna Remezanê li bira û hevkarên xwe li Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî pîroz dikin. Em bi vê boneyê bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku li hemberî astengî û gefên li ser welatê me û ji bo parastina destkeftiyên têkoşîna me ya salên borî, hevgirtî bin û hewldanên xwe bikin yek.”