Di salvegera rizgarkirina Tebqayê de; Welatî: Sûcên dewleta Tirkiyê rawestînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i326246-di_salvegera_rizgarkirina_tebqayê_de_welatî_sûcên_dewleta_tirkiyê_rawestînin
Saziyên Civaka Sivîl a herêma Tebqayê bi boneya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Tebqayê daxuyaniyek da, tê de banga rawestandina sûcên dewleta Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2021 12:20 Asia/Tehran
  • Di salvegera rizgarkirina Tebqayê de; Welatî: Sûcên dewleta Tirkiyê rawestînin

Saziyên Civaka Sivîl a herêma Tebqayê bi boneya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Tebqayê daxuyaniyek da, tê de banga rawestandina sûcên dewleta Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê kir.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Daxuyanî li pêşiya navneda Saziyên Civaka Sivîl a li Tebqayê hate dayîn û ji aliyê endamê rêveberiya Saziyên Civaka Sivîl Mîlad Farias ve hate xwendin. Hejmarek endamên yekitiyên girêdayî Saziyên Civaka Sivîl beşdarê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de rizgarkirina Tebqayê li gelê wê û hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîrozkirin û wiha hate gotin: “Tebqa bi saya fedekariyên hêzên me, hêzên Sûriya Demokratîk hate rizgarkirin.”

Her wiha bang li civaka navneteweyî hate kirin ku dewleta Tirkiyê neçarî pêkanîna qanûna navneteweyî bikin û zextê lê bikin da ku şerê xwe li dijî gelê Sûriyê rawestîne, para gel ji ava çemê Firatê li gorî peymanên hatine îmzekirin berde.