Îsraîlê malek li bejahiyên Quneyterê kir armanc û sivîlek birîndar bû
May 10, 2021 15:49 Asia/Tehran
Ajansa SANA’yê ya hikûmeta Sûriyê ragihand ku Rejîma Îsraîlê malek li rojavayê bajarokê Hedir ê bejahiya bakurê Quneyterê kir armanc, di encamê de sivîlek birîndar bû.
Ajansa SANA’yê ya girêdayî hikumeta Şamê diyar kir ku helîkoptereke Rejîma Siyonîst malek li Eyn El-Têne ya rizgarkirî ya li rojavayê bajarokê Heder ê bejahiya bakurê Quneyterê kir armanc, di encamê de sivîlek birîndar bû û ew rakirin nexweşxana Quneyterê.
5’ê vê mehê di encama teqînên dijwar de yên derbeyên rejîma Îsraîlê de li herêma peravê ya Sûriyê kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.
Serepeyv