May 04, 2021 20:38 Asia/Tehran
  • HSD: Berpirsekî DAIŞê li Dêrazorê hat girtin

Navenda Hemahengî û Operasyonên Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk di twittekê de ragihand, di operasyoneke hêzên wan de li navçeya el-Şifaa li gundewarê Dêrazorê, berpirsekî DAIŞê hatiye girtin.

Heman navendê diyar kiriye, ku wî berpirsê DAIŞê “roleke wî ya mezin di planên kuştin, terorkirin, çekdarkirin û alîkariya şaneyên DAIŞê de hebûye.”

Navê wî berpirsê DAIŞê nehatiye aşkerekirin.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî bi balafirên xwe ji esman ve piştgirya operasyonê kirine.

Roja 2ê Nîsanê jî Navenda Hemahengî û Operasyonên Leşkerî ya HSDê ragihandibû, ku di operasyoneke serkeftî de “hêzên Asayişê terorîstek li Ob Altîna li gundewarê bajarê Til Temirê girtine.” HSDê nasnama wî kesî jî aşkere nekiriye.

Tevî ku di sala 2019 de, HSDê bi kontrolkirina bajarokê Baxozê dawî bi hebûna desthilata DAIŞê li Sûriyê anî, lê belê şaneyên nihênî yên wê rêxistinê mijûlî dubare xwerêxistinkirinê ne û car caran li gundewarê Dêrezorê êrişan li dijî hêzên HSDê pêk tînin.

Serepeyv