May 03, 2021 18:00 Asia/Tehran
  • PYNK: Bila civaka cîhanî bertekê nîşanî qanûnşikêniya Erdogan bide

PYNK'ê wek berteka li hemberî lidarxistina dadgeha Kobanê ji civaka cîhanî xwest ku li hemberî binpêkirina qanûna bingehîn ji aliyê Erdogan va bertekê nîşan bide.

Li gorî rapora Kurd Pressê,  Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) bi weşandina daxuyaniyekê bertek nîşanî lidarxistina dadgeha Kobanê li Tirkiyê da.

Li pey lidarxistina dadgeha Kobanê li Tirkiyê ku tê da 108 kes ji endamên HDPê hatin mehkemekirin,  Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) bi daxuyaniyekê ragihand ku ev dadgeh jibo jinavbirina hebûna kurdan di siyaetê da hatiye lidarxistin.

Li gorî rapora Hawar Newsê,  Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) ragihand: Hevpeymaniya Navneteweyî pişta Kobanê girt. tevî ku Tirkiyê jibo ketina Kobanê pişta DAIŞê girt. Armanca vê dadgehê ku di saziyeka dadweriyê ya neserbixwe da tê lidarxistin, hewildana jibo girêdana HDPê ye. Di rastiyê da bi salan e ku ev zilm li HDPê tê kirin. Endamên HDPê tên girtin. Parlementerên wan tên wêdayîn. Şaredarên wê tên wêdadayîn û dewsa wan kesên bawerpêkirîyên hikûmetê û sozdarê Receb Teyib Erdogan tê tayînkirin.

 

Serepeyv