Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 111 kesên din bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i325939-li_herêmên_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_111_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 111 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2021 18:29 Asia/Tehran
  •  Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 111 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 111 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; 111 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 51 kes li Hesekê, 12 kes li Qamişlo, 10 kes li Dêrikê, 5 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Girkê Legê, 22 kes li Reqayê, 1 kes li Şehbayê, 3 kes li Kampa Holê û 5 kes li Kampa Rojê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 17 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 15673 kesan, ji wan 1582 kes baş bûne û 557 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.