Nîsan 27, 2021 21:54 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 153 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li herêmê 153 kesên din bi Koronayê ketine û 11 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa dauxyand ku li herêmê 11 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Mistefa her wiha piştrast kir ku 153 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 96 mêr, 57 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 46

Qamişlo: 23

Dêrik: 14

Dirbêsiyê: 12

Girkê Legê: 4

Reqa: 41

Dêrazor: 7

Kampa Holê: 2

Şehba: 3

Mistefa diyar kir ku 17 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 15 hezar û 329 kes bi Koronayê ketine, 530 kesî jiyana xwe ji dest daye û hezar û 555 kes baş bûne.

 

Serepeyv