Nîsan 25, 2021 17:48 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên din ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 251 kesên li herêmê bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê bijîşk Ciwan Mistefa ragihand ku 12 kesên ku ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest daye; 2 mêr ji Qamişloyê, 3 mêr û jinek ji Minbicê, 2 mêr ji Dêrazorê, mêrek ji Amûdê, jinek ji Hesekê, jinek ji Dêrikê û jinek jî ji Tebqayê ne.

Ciwan Mistefa diyar kir ku 251 kesên din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronayê ketine, ji wan 139 mêr û 112 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 38

Qamişlo: 19

Dêrik: 16

Dirbêsiyê: 7

Amûdê: 2

Kobanê: 29

Reqa: 65

Tebqa: 66

Minbic: 9

Her wiha Mistefa destanîşan kir ku 25 kesên ku berê bi Koronayê ketibûn, baş bûne.

Hejmara giştî ya kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronayê ketine, 15 hezar û 176 e, ji wan 519 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 538 kes jî baş bûne.

 

Serepeyv