Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên din ji ber vîrusa koronayê mirin
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 12 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid -19) mirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine; 3 mêr ji Qamişlo, 3 mêr ji Dêrazorê û 2 mêr ji Dêrikê, 2 jin ji Hesekê, jinek ji Dêrazorê û jinek ji Minbicê.
Mistefa da zanîn ku wan 103 kesên din ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketine, tomar kirine, jê 48 mêr in û 55 jin in û li van herêman in:
Hesekê 19
Qamişlo 15
Dêrik 14
Amûdê 5
Girkê Legê 4
Çilaxa 1
Til Temir 1
Dêrazor 20
Kampa Roj 16
Kampa Hol 8
Mistefa eşkere kir ku 7 kesên ku bi vîrusê ketibûn, beş bûn.
Tevî hejmara nû ya pêketiyên vîrusa Koronayê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryê 14 hezar û 925 kes bi vîrusê ketine, jê 507 mirin , hezar û 513 baş bûne.