Nîsan 23, 2021 13:13 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kesên din ji ber Koronayê mirin

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawîn de 8 kes ji ber vîrusa Koronayê mirine û 245 kes bi Koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa diyar kir ku 2 jin û 2 mêr li Dêrazorê, mêrek li Qamişloyê û mêrek û jinek jîli Minbicê ji ber vîrusa Koranayê (Covid-19) mirine.

Ciwan Mustefa tekez kir ku 245 kesên din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketine, 129 mêr û 116 jin û li van bajaran in:

Hesekê: 37

Qamişlo: 39

Dêrik: 17

Dirbêsiyê: 9

Girkê Legê: 1

Çilaxa: 3

Kobanê: 12

Reqa :25

Dêrazorê: 26

Tebqa: 60

Minbic: 4

Şehba: 1

Kampa Roj: 12

 

Her wiha Ciwan Mustefa destnîşan kir ku 12 nexweş jî baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyan a dawîn bi giştî 14 hezar û 681 kes e, ji wan 485 kes mirine û hezar û 488 baş bûne.

Serepeyv