Li du nuqteyên Qamişloyê şer didome: 2 endamên Dîfaa El-Wetenî hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i325805-li_du_nuqteyên_qamişloyê_şer_didome_2_endamên_dîfaa_el_wetenî_hatin_girtin
Şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û milîsên Dîfaa El-Wetenî (Hêzên Paristina Nîştimanî) yê li başûrê Qamişlo didome. Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxa Teyî 2 endamên milîsên Dîfaa El-Wetenî girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2021 19:02 Asia/Tehran
  • Li du nuqteyên Qamişloyê şer didome: 2 endamên Dîfaa El-Wetenî hatin girtin

Şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û milîsên Dîfaa El-Wetenî (Hêzên Paristina Nîştimanî) yê li başûrê Qamişlo didome. Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxa Teyî 2 endamên milîsên Dîfaa El-Wetenî girtin.

Piştî ku careke din milîsên Dîfaa El-Wetenî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li derdora taxa Teyî û dibistana Hilko ya başûrê Qamişlo hedef girtin, dîsa şer dest pê kir.

Niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji nuqteya ku li dawiyê li taxa Teyî kontrol kiriye de, bi pêş dikevin.

Çavkaniyên leşkerî gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Teyî 2 milîsên Dîfaa El-Wetenî ku hewl didan xwe di gêrzemînekê de veşêrin, girtin.