Nîsan 21, 2021 18:30 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 155 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiya ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 155 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye, 2 mêr ji Qamişlo, mêrek ji Girkê Legê , mêrek ji Amûdê, 2 jin ji Hesekê, jinek û mêrek ji Minbicê ne.

Mistefa diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 155 kesên din bi vîrusê ketine, ji wan 93 mêr in û 62 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 42

Qamişlo: 37

Dêrik: 9

Dirbêsiyê: 3

Rimêlan: 1

Girkê Legê: 1

Amûdê: 6

Reqa: 19

Dêrazor: 26

Şehba: 2

Kampa Roj: 6

Kampa Holê: 2

Kampa Newroz: 1

Mistefa her wiha diyar kir ku 20 kesên ku berê bi koronayê ketibûn, baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 14 hezar û 436 kes bi koronayê ketine, ji wan 477 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 476 kes jî baş bûne.

Serepeyv