Nîsan 18, 2021 14:36 Asia/Tehran
  • Operasiyona HSDê li gundewarên Dêrazorê li dijî DAIŞê

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di encama operasiyona xwe ya li gundewarên Dêrazorê de endamekî koma terorîst a DAIŞê girt.

Navenda Ragihandinê ya HSDê, aşkere kir ku hêzên wan li gel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li gundewarên rojhilatê bajarê Dêrezorê operasyoneke ewlekarî ya hevbeş encam dan.

Li gorî daxuyaniya HSDê, di wê operasyonê de, roja 16yê vê meha Nîsanê, hêzên wan bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, endamekî şaneyên terorîstên DAIŞê girt.

Her li gor daxuyaniya HSDê hêzên wan dest danî ser hejmareke ji belgeyan û amêrên taybet bi çêkirina teqemeniyan ku ligel wî çekdarî bûn.

Ji dema zêde ji mehekê ve şervanên HSDê di operasyonên xwe de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li navçeyên Dêrazor û Reqayê berdewam in.

Herwiha li aliyê din ve Navenda Hemahengî û Operasyonên Taybet ya HSD ragihand, operasyona wan ya Dola Alcêc jî bi dawî hat.

Serepeyv