Nîsan 10, 2021 22:23 Asia/Tehran
  • HSDê bersiva Wezareta Berevaniya Tirkiyê da

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva Wezareta Berevaniya Tirkiyê da ku gotibû di êrişeke hêzên wan de 3 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane. HSD dibêje, ew nûçe ji rastiyê dûr e.

Li gor daxuyaniya îro ya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, li herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê yên bakura Sûriyê hêzên wan, YPGê kirine armanc û di encamê de 3 şervanan jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê, îddîa kir ku ew êrişa hêzên wan wek bersivdayînekê bû û li gor daxuyaniyê, YPGê “êrişî wê deverê kiriye ji bo têkbirina aramî û seqamgiriyê.”

Lê Ofîsa Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ew daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê red kir û tekez kir ku ji rastiyê dûr e.

Daxuyaniya HSDê bi vî rengî ye, “Wezareta Berevaniya Tirkiyê roja 10ê Nîsanê li hejmara fermî ya Twitterê nûçeyek belav kir ku tê de hatiye gotin 3 şervanên me şehîd bûne. Ev nûçe ne rast e.”

Artêşa Tirkiyê li gel grûpên çekdar ên opozsiyona Sûriyê, roja 9ê Cotmeha 2019an êrişeke berfireh bo ser deverên kurdên Sûriyê dabû destpêkirin û encamê de bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyê lArtişa Tirkiyê û çeteyên wê dagir bûn.

Di encama wan êrişan de bi sed hezaran kes ji wan herdu bajaran koçber bûbûn û rewşa emnî li wan deveran bi awayekî giştî têk çû.

Serepeyv