Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kesên din bi koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i325380-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_73_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 73 kesên din bi şewba koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2021 09:57 Asia/Tehran
  •  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 73 kesên din bi şewba koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê DesteyaTenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ku bi koroneyê jiyana xwe ji dest daye, 3 mêr ji Qamişloyê ne û yek ji Dêrazorê ye.

Mistefa destnîşan kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 37 mêr in û 36 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 24

Qamişlo: 31

Dêrik: 12

Dirbêsiyê: 2

Dêrazor: 4

 

Her wiha Mistefa diyar kir ku kesekî ku bi koronayê ketibû, baş bûye.

 

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi van daneyên nû hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 10 hezar û 404 kesan, ji wan 389 kes mirine û hezar û 327 kes jî baş bûne