Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 152 kesên din bi covid-19 ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i325339-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_152_kesên_din_bi_covid_19_ketin
Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 152 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2021 11:10 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 152 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 152 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa dauxyand ku kesên jiyana xwe ji dest daye 2 mêr û jinek ji Hesekê ne.

Mistefa teqez kir ku wan 152 rewşên din ên Koronayê li herêmê tesbît kirine, ew jî 87 mêr û 65 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 36

Qamişlo: 54

Dêrik: 31

Dirbêsiyê: 5

Reqa: 16

Tebqa: 1

Rimêlan: 1

Kampa Holê: 1

Amûdî: 7

Mistefa diyar kir 8 kesên din baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 10 hezar û 331 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 385 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 326 baş bûne.