Adar 26, 2021 09:27 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê êrişî ser Eyn Îsayê kirin/ 7 şervanên HSDê hatin kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) aşkere dike, dewleta Tirkiyê û çeteyên wê dîsa bi giranî êrişî ser Eyn Îsayê kirin ku di encamê de 7 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandinê ya HSDê eşkera kir artêşa Tirkiyê û grubên çete roja 23ê Adarê bi çekên giran û firokeyên çavdêriyê êrîşî ser Dibis li gundewarê Eyn Îsayê kirin û hêzên wan di rûyê wan de derketin û şer û pevçûnên giran rû dan.

HSDê aşkere kir, di encama wî şerî 7 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.

Demek e grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine. HSD jî dibêje, ew jî bersiva wan êrîşan didin û nahêlin Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve bi pêş ve bên.

Ji aliyekî din ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir, çekdarên ser bi Tirkiyê ve rojên 18 – 20 êrîşî ser gundên Seyda û Mualeq kirin û rûbirbûna wê êrîşê de 37 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin.

Çavkaniyên navçê dibêjin ev êrişana bi îzna Rûsyayê ku garantorê peyamana agirbesa navbera Tirkiyê û HSDê ye, pêk tên.

Serepeyv