Adar 24, 2021 10:13 Asia/Tehran
  • Li bakur û rojhilatê Sûriyê 103 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku roja sêşemê 23.03.2021ê 103 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine û 2 kes jî bi Koronayê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ji ber nexweşiya Koronayê 2 kesên jiyana xwe ji dest dane. Yek ji wan ji Hesekê û yek jî ji Dêrikê ye.

Ciwan Mistefa piştrast kir ku li bakur û rojhilatê Sûriyê 103 kesên din bi vîrusa koronayê ketine ew jî 58 mêr in û 45 jî jin in.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê li bakur û rojhilatê Sûriyê gihaşt 9 hezar û 221 kesan ji wan; 358 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 274 kes baş bûne.

Serepeyv