Adar 22, 2021 17:23 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîneke giran li Serê Kaniyê çendkesan can dan û gelek kes jî birîndar bûn

Li bajarê Serê Kanî yê bakurê Sûriyê ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kiriye teqînek çêbû û li gor zanyariyan di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 4 ji wan zarok bûn.

Li bajarê Serê Kaniyê ku niha ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê de dagir bûye, teqîneke mezin çêbû. Li gor zanyariyan teqîn şeva derbasbûyî derdora saet 01.00 çê bûye.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê AA ji zarê berpirsên nexweşxana li Serê Kaniyê ragihandiye ku di teqînê de 2 jê zarok 4 kes mirine û 9 sivîl jî birîndar bûne.

Lê belê li gor Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di encama teqîna Serê Kaniyê de 4 jê zarok 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes birîndar bûne.

Li gor zanyariyên ku medyaya Sûriyê belav kirine, di teqîna Serêkaniyê de 7 kes mirine ku endamên yek malbatê bûn.

SOHRê Ii ser zimanê çavkaniyên xwe yên li herêmê belav kiriye ku li maleke nêzikî binkeya polîs a ser cadeya girtîgehê, cebilxane hebû.

Her li gor SOHRê di wê malê de bi xeletî bombeyek teqiya ku ew jî bû sedema teqîna cebilxana di malê de.

Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, Cotmeha 2019an di encama êrîşeke berfireh ya dagirkerî de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çete û terorîst ên ser bi wî welatî ve.

Serepeyv