Adar 17, 2021 13:53 Asia/Tehran
  • Di salvegera dagirkirina Efrînê de; Dewama sûcên şer, siyaseta tirkkirinê û qirkirina çandî

Di ser dagirkirina bajarê aştiyê û warê zeytûnê (Efrîn) ji aliyê delweta Tirkiyê ve 3 sal derbas bûn. Sûcên li dijî Kurdan wekî kuştin, koçberkirin, revandin, guhertina demografiyayê, bicihkirina komên çete û Turkmenan û heta rûxandina şûnwaran û sûcên qikirina çandî, ranwestiyane.

Di vî warî da ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA) di raporekê da hûrgiliyên pêvajoya dagirkirina Efrînê û sûcên qewimî têda şirove kirine. Di beşeka vê rapora dirêj da hatiye: "Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê di 18`ê Adara 2018`an de bajarê Efrînê dagir kir. Di dirêjahiya 58 rojên êrişê ku dewleta Tirkiyê bi dehan komkujî, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn de, civaka navneteweyî bêdeng ma.

PIŞTÎ DAGIRKIRINÊ...KOÇBERKIRIN Û GUHERTINA DEMOGRAFIYAYÊ

Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê piştî dagirkirina Efrînê jî sûcên xwe li dijî sivîlan dewam kirin. Bi sed hezaran şêniyên Efrînê dan koçberkirin û li şûna wan Turkmen, şêniyên Xûta û herêmên din ên Sûriyê hatin bicihkirin.

Çeteyên ku piştgiriyê ji Enqereyê digirin, dest danîn ser malên şêniyên Efrînê yên koçberî herêma Şehbayê bûne. Her wiha Kurdên li Efrînê mane, bi darê zorê dan koçberkirin, dest danîn ser malên wan û hinek kesên din li şûna wan bi cih kirin.

Hin çavkaniyên ku rewşa Efrînê dişopînin, ji ANHA`yê re diyar kirin ku piştî koçberkirina şêniyên Efrînê 400 hezar ji Turkmen û çeteyên artêşa nîştimanî yên ji herêmên cuda yên Sûriyê li bajarê Efrînê hatin bicihkirin.

Bi berdewamkirina çalakiyên koçberkirinê re, Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê bi awayekî sîstematîk demografiya herêmê bi temamî diguherîne. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, tenê ji sedî 20 ji Kurdan tê de mane, ku beriya dagirkirinê ji sedî 90 ji şêniyên Efrînê Kurd bûn. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ev yek bi “mezintirîn çalakiyên guhertina demografîk li Sûriyê ji dema aloziyê de (2011) ya li gorî lihevkirina Rûsya-deweta Tirkiyê pêk hatiye” bi nav kir.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo jî di derbarê siyaseta ku dewleta Tirkiyê ji bo guhertina demografiyaya herêmê dimeşîne de, wiha got: “Bûyerên li Efrînê wekî koçberkirina bi darê zorê, bicihkirina biyaniyan, siyaseta guhertina demografîk, di çarçoveya siyaseta tirkkirinê de pêk tên.”

Şêxo bal kişand ser rewşa ewlehiyê ya tevlîhev li Efrînê ya ji ber bihevketina çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê kir û têkildarî wê yekî wiha got: “Tenê sivîl dibin qurbaniyên van kiryaran.” Her wiha li Efrînê teqînên bi rêya erebe û mayînan pêk tên. Li hemû herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê de wkeî Cerabilus, Ezaz, Bab, Efîrn û Idlibê binpêkirinên bi vê rengî pêk tên.

Dr. Diween Hawezy diyar dike ku ji sala 2017`an ve ji ber kiryarên dewleta Tirkiyê derdorê nîv milyon Kurd koçber bûn, lê mixabin tevî wê yekê jî bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî azarên Kurdan hîna dewam dike û wiha lê zêde kir: “Civaka navneteweyî rewşa Efrînê paşguh kir, heta ku gihaşt astekê ku nayê paşguhkirin. Wekî civakeke bê dewlet. Ji ber ku dengê Kurdan û hêzeke wan a zextê nîne, lîstokvanên navneteweyî Efrînê paşguh dikin. Ji ber ku pirsigrêka Kurdan wekî pirsgirêka xwe nabînin.”

ÎŞKENCEKIRIN, KUŞTIN Û REVANDIN

Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê sûcên xwe li dijî ji sedî 20 ji Kurdên li Efrînê mane dewam kirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, bûyerên kuştin, îşkencekirin, xwestina fidyayê, talankirin, wêrankirin, destdanîna ser milkên giştî û taybet, guhertina demografiyaya herêmê û tirkkirina wê bi temamî, belge kir.

Li gorî daneyên dawîn ku rêxistinê dane ANHA`yê, ji destpêka dagirkirina Efrînê ve 7 hezar û 457 sivîl hatine revandin û binçavkirin, ji wan nêzî hezar jin hene, her wiha hin kes li hemberî fidyeyên mezin hatine berdan, lê belê çaresnûnsa zêdetirî 3 hezar û 500 kesî heta niha ne diyar e.

Li gorî daneyan, 400 jin û di nav de jinên kêmî 18 saliyê yên ji Efîrnê ji aliyê çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê ve rastî tundiya cinsî û zewicandina bi darê zorê hatine.

15`ê Îlona 2020î Komîteya Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporeke xwe de behsa sûcên li Efrînê pêk tên, kir û wiha got: “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê sûcên şer wekî revandina girtiyan, danûstandina tund, îşkencekirin û tecawizkirinê pêk anîn. Li heman herêmê, bi dehan sivîl ji ber mayînên bi destan hatine çêkirin û topbarana bi moşekan, hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha hin zilam, jin û zarok dema li sûkên qerabalix bûn, jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê her wiha dest danîn milkên taybet û erdên sivîlan û talan kirin.”

Di raporê de hate diyarkirin ku “ne tenê destdirêjî li ferdan hatiye kirin, lê belê li civak û çandan bi temamî hatiye kirin. Di dîmenên ji ezman hatine kişandin de, asta rûxandin û talankirina cihên dîrokî yên di lîsteya UNESCO de, xuya dibe.”

Îbrahîm Şêxo têkildarî vê yekê dibêje: “Binpêkirin û kiryarên artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê li Efrînê pêk tînin di rapora Komîteya Navneteweyî ya Şopandina Rastiyan de hatine belgekirin. Em dikarin bûyerên li wê derê bi sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê bi nav bikin.”

Lêkolîner û akademisyenê brîtanî Dr. Diween Hawezy dibêje: “Şêniyên Kurd ji aliyê ajan û wekîlên Tirkiyê ve rastî zordestiyê tên. Ew li derdoreke tevlîhev bi çavdêriya dewleta Tirkiyê tirsê belav dikin.”

Dr. Hawezy destnîşan kir ku NY`yî di 1`ê Adara 2021`an de nexşeya navendên binçavkirinê û girtîgehên li Efrînê belav kir û got: “Ji ber tawanbariyên têkiliya bi Dethilata Bakur û rojhilatê Sûriyê re, kes winda dibin. Bi hezaran Kurd hatin revandin, anku ji bo xwestina fidyeyê ji aliyê komên çeteyan ve hatine binçavkirin. Ev tişt hatiye belgekirin. Komên çeteyan gefan li sivîlan dixwin, yên ku fidyeyê nedin jî teslîmî dewleta Tirkiyê dikin û bi tawanbariyên bêbingeh tên girtin.”

 

Dr. Hawezy her wiha behsa sûcên li dijî jinan kir û got: “Bi taybetî jinên Efrînê gelek êş kişandin, ku berê Yekîneyên Parastina Jin ava kirbû û wekî navenda hêza jinan dihat hesibandin. Jinan bi hevkariya zilaman herêm bi rê ve dibir û beşdarî xurtkirina aboriya herêmê dibû. Ev hemû hatin tunekirin. Îro jin ji tirsa kuştin, revandin nikarin ji malê derkevin, ji tirsa ku bên windakirin jî nikarin li ser dezgehên çapemeniyê derkevin.”

Her wiha destnîşan kir ku tunekirina Kurdên li Efîrnê ji bo endamên Encumena Nîştimanî ya Kurd ên ku dewleta Tirkiyê wan di meclisên herêmî de bi cih dike jî derbasdar e, ku ew jî tên kuştin, revandin û hinek ji wan hîna windayî ne.

 

 

Serepeyv