Adar 15, 2021 09:25 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 55 kesên din korona ketin û yekî jî jiyana xwe ji dest da

Desteya Tendirustiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber nexweşiya korona, kesekî din jiyana xwe ji dest da û 55 kes jî pê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê ji ber nexweşiya korona jiyana xwe ji dest daye, mêr e û ji Reqa ye.

Mistefa da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 55 kesên din bi korona ketin, jê  33 mêr in û 22 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê; 17

Qamişlo; 13

Dêrik; 3

Tebqa; 17

Reqa; 4

Minbic; 1

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên nexweşiya korona gihaşt 8 hezar û 828 kesan, ji wan 338 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 254 kes jî baş bûne.

Serepeyv