Adar 09, 2021 08:32 Asia/Tehran
  • Bersiva HSDê ji bo Wezareta Berevaniya Tirkiyê

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê red kir ku gotibû wan 7 şervanên HSDê kuştine û otomobîleke mayinkirî teqandine.

Navend Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê, îdia Wezareta Berevaniya Tirkiyê ya ên têkildarî kuştina 7 şervanên HSDê red kir.

HSD ragihand ku daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê ji rastiyê dûr e û ti şervanekî wan jiyana xwe ji dest nedaye û ti otombêlek jî li ser sînorê grûpên çete nehatiye teqandin.

Di daxuyaniya HSDê de wiha hate gotin: “Di rojên 4-5-7ê Adarê de ji aliye Wezareta Berevaniya Tirkiyê ya dagirker ve li ser hesabên xwe yên fermî têkildarî li herêma (bi navê Mertalê Firatê) hin nûçe belav kirin. Nûçeya ku wekî 7 şervanên me kuştine, ne rast e. Her wiha dibêjin ku wesayîteke teqemenî lê barkirî, bê bandor kirine. Ev bûyerên ku tên gotin, tu rastiya wan nine. Artêşa Tirkiyê ya dagirker bi van nûçeyan dixwaze êrişên xwe yên li herêmê rewa bike. Gelê me û raya giştî divê bi van nûçeyan bawer neke.”

Serepeyv