Li Efrînê grûpên çete dest danîn ser 60 zeviyên darên zeytûnan
Grûpên çete yên ser bi Tirkiyê ve dest danîne ser 60 zeviyên darên zeytûnan ên navça Meydankê ser bi nahyeya kurdnişîn a Şeran li Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê.
Malpera Rûdawê li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di çend rojên borî de, Grûpên çete yên ser bi Tirkiyê ve dest danîne ser 60 zeviyên darên zeytûnan ên navçeya Meydankê ser bi nahyeya Şeran li Efrînê, li gor heman çavkaniyê ev zeviyên darên zeytûnan dibin mal û milkê koçberên Efrînê ku jiber êrîşên dirindane yên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yên sala 2018ê gundên xwe bicîh hêştibûn.
Di çend hefteyên borî de, çeteyên grûpa Siqûr Elşam ser bi Tirkiyê ve, 400 darên zeytûnan li gundê Qizilbaş ser bi nahyeya Bilbilê li rojavayê Efrînê birrîn ku xwediyê wan koçberekî Efrînê ye.
Li aliyê din Komîteya Lêkolînan ya UN derbarê Sûriyê bi giştî raportek belav kiribû tê de behsa Efrînê jî kiribû, di raporta xwe ya fermî de gotibû: “Li Efrînê tawanên şer çêbûne, welatiyên Kurd têne revandin, îşkencekirin û destdirêjiya cinsî li jinan tê kirin. Mal û milkên xelkê ji aliyê "Artêşa Niştîmanî" ku Tirkiye li pişta wê ye hatin talankirin. şûnewarên dîrokî ku di UNESCO de qeyid kirine hatin têkbirin. Gundên Kurdên Êzdî vala kirin û mezarên wan wêran kirin.”
Herwiha di derbarê binpêkirinên li Efrînê ji dema êrîşa li ser wî bajarî ve, li gor amarên Rêxistina Mafê Mirovan-Efrîn ku bi vî awayî ye:
“604 welatiyên sivîl li Efrînê hatine kuştin. 7 hezar û 243 kes hatine revandin û gelek ji wan bi fidiyê hatine berdan. 300 hezar kes ji Efrînê koçber bûne. 314 hezar û 400 dar hatine birrîn. 28 şûnewarên kevnar û 14 mezarên olî hatine vekirin û têkbirin.”
Artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfihe bi her cor çekên giran û qedexe, bajarê Efrînê roja 18î Adara 2018an bi destê artêşa Tirkiyê û grûpên terorîst û çete yên ser bi vî welatî dagir bû.