Adar 05, 2021 20:30 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kesên din bi Koroneyê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 15 kesên din bi vîrusa Koroneyê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku îro 15 kesên din bi vîrusê ketine, 8 ji wan jin in û 7 jî mêr in û li van herêman in:

Hesekê: 6, Qamişlo: 6, Rimêlan: 1, Dêrik: 1 û Reqa: 1

Mistefa desnîşan kir ku kesek jî baş bûye.

Bi van daneyan, heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 hezar û 663 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 326 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 252 kes jî baş bûne.

Serepeyv