Adar 04, 2021 07:51 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Rewşenbîr û hiqûqnasên herêma Efrînê: ‘Dewleta Tirkiyê hewl dide çanda Osamanî li Efrîna dagirkirî ferz bike‘

Hawar Newsê nivîsiye: "Rewşenbîr û hiqûqnasên herêma Efrînê gotin vekirina navenda çandê bi zimanê Tirkî li bajarê Efrînê, hewldana ferzkirina çanda Osmanî li herêmê û qirkirina hebûna Kurdî ye."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Dewleta Tirkiyê di 30`yê Çileyê de navenda Anadol a çandê li Efrînê vekir.

Di vê çarçoveyê de berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê Îbrahîm Şêxo wiha got: "Piştî ku Dewleta Tirkiyê di Adara 2018`an de bajarê Efrînê dagir kir û gelek sûc ji revandin, kuştin, desteserkirina mal û milkan, qirkirina nasnameya çandî ya Efrînê bi rêya talankirin û hilweşandina şûnwaran pêk anî, lê bi vê yekê têr nebû, ji ber wê ji aliyê gundê Hemamê  yê girêdayî navçeya Cendirêsê korîdorek di navbera Efrîn û wîlayeta Hatay a Tirkiyê de, vekir.

 

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku Dewleta Tirkiyê li herêmên dagirkirî zanîngehên girêdayî zanîngehên li Tirkiyê vekirin, weke vekirina fakulteya perwerdeyê li bajarê Efrînê ku girêdayî zanîngeha Urfa ye (Riha), vekirina fakulteya zanistên şeriî li Ezazê, fakulteya wêjeyên mirovî li Cerablusê û ji kêmî mehekê fakulteya tub û peymangeheke tenduristiyê li bajarê Mari vekir da ku bi zanîngeha Îstanbolê ve girê bide.

Îbrahîm Şêxo wiha domand: "Di demên dawîn de li bajarê Efrînê navenda Anadol a çandî ji bo belavkirina çanda Tirkî li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê, hate vekirin. Ev yek ji bo balkişandina zarokan û kesên temenbiçûk e û zimanê Tirkî li herêmê ferz dike."

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku vekirina navenda Anadol a çandî li Efrînê dihêle ku zimanê Tirkî di nava civaka Efrînê de zêdetir were bikaranîn, ev yek xeteriyê li ser pêşeroja herêma Efrînê ya Sûriyê ku piraniya niştecihên wê Kurd in çêdike  û paşê dê Efrînê bike herêmeke Tirkî wek ku beriya çend salan li Lîwa Îskenderon ê Sûriyê, hatiye kirin.

Îbrahîm Şêxo di axaftina xwe de ev tişt got: "Dewleta Tirkiyê bi rêya van sûcan ji guhertina demografî û tirkkirina herêmê hewl dide herêmên dagirkirî tev li xaka xwe bike."

Îbrahîm Şêxo di dawiyê de bang li rêxsitinên herêmê, hiqûqî û mirovî yên navneteweyî kir ku erka xwe ya exlaqî û mirovî pêk bînin, sînor ji sûcên ku Dewleta Tirkiyê pêk tîne re daynin û hesab ji sûcdaran bixwazin.
 

 

Serepeyv