UNICEF: Bila zarokên biyanî ji kampa Holê bo welatê xwe bên vegerandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324522-unicef_bila_zarokên_biyanî_ji_kampa_holê_bo_welatê_xwe_bên_vegerandin
Rêxistina UNICEF bang li hemû welatên ku welatiyên wan li kampa Holê hene kir, xwedî li welatiyên xwe derkevin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2021 19:28 Asia/Tehran
  • UNICEF: Bila zarokên biyanî ji kampa Holê bo welatê xwe bên vegerandin

Rêxistina UNICEF bang li hemû welatên ku welatiyên wan li kampa Holê hene kir, xwedî li welatiyên xwe derkevin.

Rêveberê UNICEFê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Ted Chaiban da xuyakirin ku li kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya devera kurdî ya Sûriyê zêdetirî 22 hezar zarokên biyanî hene û bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne.

Li gorî Ted Chaiban, divê NY hewl bide ku wan zarokan bi ewlehî vegerîne welatên wan.

Li Kampa Holê gelek bûyerên kuştin û serjêkirinê rû didin, şeva Şemiya borî jî jinekê tevî 3 zarokan ji ber derketina şewatekê jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bibûn.