Ji ber agirpêketinê, heft kes di Kampa Holê da mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324479-ji_ber_agirpêketinê_heft_kes_di_kampa_holê_da_mirin
Çavkaniyên medyayî qala mirina herîkêm heft kesan û birîndarbûna zêde ji 20 kesên din ji ber agirpêketina li kampa Holê li parêzgeha Hesekeya Sûriyê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 28, 2021 04:33 Asia/Tehran
  • Ji ber agirpêketinê, heft kes di Kampa Holê da mirin

Çavkaniyên medyayî qala mirina herîkêm heft kesan û birîndarbûna zêde ji 20 kesên din ji ber agirpêketina li kampa Holê li parêzgeha Hesekeya Sûriyê kirin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Fars Newsê, Komeke çala di warê Mafên Mirovan li Efrîna Sûriyê jî ragihand ku ji destpêka îsal 22 babetên kuştinê li kampa Holê qewimîne ku ji alaiyê çeteyên DAIŞê va pêk hatine.

Kampa Holê cihê ragirtina bi hezaran malbatên têrorîstên DAIŞê ji zêde ji pêncî welatên cîhanê ye.

Ev kamp ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) va tê kontrolkirin.