Mezlûm Kobanî: Tu berbendeke îdeolojîk û siyasî li hember yekîtiya kurdên Sûriyê tune
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324370-mezlûm_kobanî_tu_berbendeke_îdeolojîk_û_siyasî_li_hember_yekîtiya_kurdên_sûriyê_tune
Mezlûm Kobanî bi gotina vêya ku berbendeke ciddî derbarê lihevhatina kurdên Sûriyê tune, hêviya xwe diyar kir ku gotûbêjên yekîtiyê zûtirkê serê xwe bigirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2021 04:59 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî: Tu berbendeke îdeolojîk û siyasî li hember yekîtiya kurdên Sûriyê tune

Mezlûm Kobanî bi gotina vêya ku berbendeke ciddî derbarê lihevhatina kurdên Sûriyê tune, hêviya xwe diyar kir ku gotûbêjên yekîtiyê zûtirkê serê xwe bigirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê jiz arê Firat Newsê, Mezlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD-QSD) hêvîdarî kir ku yekîtiya kurdên Sûriyê zûtirkê dê serê xwe bigire û nîşaneyên wê yekê tên dîtin.

Gotûbêjên yekîtiya kurdên Sûriyê ji Bihara derbasbûyî va bi dahêneriya Mezlûm Kobanî û bi navbeynkariya Amerîka û Fransayê navbera du tevgerên ssereke yên kurdên Sûriyê, Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK), û Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) dest pê bûye.