Li Dêrazorê - Çeteyên DAIŞ`ê gefên kuştinê li sivîlan dixwin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324158-li_dêrazorê_Çeteyên_daiŞ_ê_gefên_kuştinê_li_sivîlan_dixwin
Şêniyên bajarokê El-Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê vê sibehê serê kesekî nenas jêkirî dîtin û li bin wê pankertek hebû û tê de gef li şêniyan hatin xwarin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 16, 2021 13:07 Asia/Tehran
  • Li Dêrazorê - Çeteyên DAIŞ`ê gefên kuştinê li sivîlan dixwin

Şêniyên bajarokê El-Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê vê sibehê serê kesekî nenas jêkirî dîtin û li bin wê pankertek hebû û tê de gef li şêniyan hatin xwarin.

Li gorî rapora ajansa Hawar Newsê (ANHA), Piştî têkçûna DAIŞ`ê, şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li gundewarê Dêrazorê çalak dibin, sivîlan û serokeşîrên Ereban dikujin.

Vê sibehê şêniyên bajarokê El-Şihêl serî kesekî nenas jêkirî dîtin û pê re pankertek hebû û gef li şêniyan hatin xwarin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 4`ê Sibatê de li gundewarê Dêrazorê û heta sînorên Iraqê li dijî şaneyên DAIŞ`ê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin û di encamê de gelek çete hatibûn girtin.