Sibat 14, 2021 17:14 Asia/Tehran
  • Nûnerê Parlimana Holendê: Holend alîkariya aborî dide komên sûrî yên dijî kurdan

Nûnerekî parlimana Holendê îdia kir ku welatê wî alîkariya aborî ya çend miliyon dolarî daye ber destê komên zêdegav ên sûrî ku çend kom ji wan beşdarî şerê Tirkiyê dijî kurdan li Efrînê bûne.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Rojnameya Morning Star a Inglîzê, Seadet Karabolot, Nûnerê Partiya Sosiyalîst a Holendê di hevpeyvîna digel Heftenameya swêdî ya Proltarianê îdia kiriye ku welatê wî alîkariya aborî daye 22 komên çekdar li Sûriyê.

Li gorî nivîsîna Proltarianê, Dewleta Holendê navbera salên 2015 heta 2018an derdora 25 miliyon dolar alîkariya komên dijber li Sûriyê kiriye.

Hinek ji van koman beşdarî kiryarên mîna paqijkirina nijadî bûne.

Seadet Karabolot ji vê kovara swêdî ra gotiye ku Holendê alîkariyên aborî daye komên zêdegav li Sûriyê û hinek ji van koman beşdarî şerê Tirkiyê jibo dagirkirina Efrînê û derxistina kurdan ji vê navçeya kurdnişîn a Sûriyê bûne.

 

Serepeyv