Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kes ji ber vîrusa koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324089-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_2_kes_ji_ber_vîrusa_koronayê_mirin
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê ji ber vîrusa koronayê, 2 nexweş mirine û 6 kesên din bi vîrusê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 14, 2021 04:20 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kes ji ber vîrusa koronayê mirin

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê ji ber vîrusa koronayê, 2 nexweş mirine û 6 kesên din bi vîrusê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa got kesên bi koronayê ketine 5 jin in û yek mêr e û li van herêman in:

Qamişlo: 4

Amûde: 1

Reqa: 1

Her wiha Mistefa bi bîr xist ku li herêmê 2 nexweş ji ber vîrusê mirine û 2 nexweş jî baş bûne.

Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 566 kesan, jê 330 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 227 nexweş jî baş bûne.