Çeteyên dewleta Tirkiyê li Til Temirê malan dişewitînin
Sibat 11, 2021 22:30 Asia/Tehran
Çeteyên dewleta Tirkiyê li gundê Qasimiyê yê Til Temirê careke din malan dişewitînin.
Ajansa ANHA ya kurdên Sûriyê ragihand ku çeteyên ewleta Tirkiyê li gundê Qasimiyê yê ku dikeve 4 kîlometriya rojavayê navenda navça Til Temirê, careke din malên sivîlan dişewitînin.
Di roja 2'yê Sibatê de jî çeteyan li heman gundî malên şêniyan talan kirin û pişt re jî malên wan şewitandin.