Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrişa Tirkiyê û çeteyên wê têk bir
Sibat 07, 2021 22:31 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji gundê Qasimiyê êrişî gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê kirin. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êirşa wan têk bir û kuştî û birîndarên wan çêbûn.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirkiyê û çeteyên ku li gundê Qasimiyê yê Til Temirê bi cih dibin êrişî gundê Um El-Kêf ê Til Temirê kirin.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrişa çeteyan têk bir û hejmarek ji wan kuştin û birîndarkirin.
Hemwextî wê yekê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên Tewîla, Til Tewîl û Til Gerabît ên girêdayî navçeya Til Temirê, topbaran dikin.