Grûpên çete yên ser bi Tirkiyê li ser kelûpelên diziyê êrişî hev kirin
Li bajarê Serê Kanî yê kurdên Sûriyê li ser kelûpelên hatine dizîn û talankirin, şer di navbera grûpên çete yên ser bi Tirkiyê de derket.
Li Serê Kaniyê çeteyên grûpa Hemzat û grûpa Muetesim ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike şer derket.
Li gor zanyariyan şerê di navbera herdu grûpên çete de li ser dabeşkirina kelûpelên diziyê derket û di encama şer de kuştî û birîndar hene.
Her li gor çavkaniyên xwecihî, çeteyekî grûpa Muetism di encama wî şerê li gel grûpa Hemzat de hatiye kuştin.
Herwiha heman çavkaniyê ragihand ku fermandarekî grûpa Hemzat ku xelkê Dêre Zorê ye dest daniye ser 20 malan û çekdarên grûpa Muetesim daxwaza hinek malan kirine, li ser vê yekê nakokî û şer derketiye.
Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, Cotmeha 2019an di encama êrişeke berfireh ji aliyê leşkerên Tirkiyê û grûpên çete yên ser bi wî welatî ve dagir bûn.
Di encama wê êrişê de bi hezaran Kurd koçber bûn û grûpên çekdar jî dest bi ser mal û milkê Kurdan de girtine û binpêkariyên wan çekdaran ên li dijî xelkê sivîl di hejmareke zêde ya raportên xecihî û navdewletî de cih girtine.
Herwiha grûpên çekdar ku Tirkiye piştevaniya wan dike, gelek caran di navbera xwe de jî li ser dabeşkirina kelûpelên talan kirine, li hev dikevin.