Sibat 04, 2021 10:34 Asia/Tehran
  • Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan: Tirkiye li Serêkaniyê bi dehan kes revandine

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW), Tirkiye wekî "Hêza Dagirker" pênase kir û got: "Tirkiye li Serêkaniyê bi dehan kes bi rengekî dijzagonî revandiye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Rayedarên herêmê yê Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) Mîchael Page, têkildarî hewldanên Tirkiye yên li Bakurê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Sûriyeyî ji bo bi rengekî kêfî bên darizandin, bi rêbazên neqanûnî ber bi  Tirkiyê hatin şandin Tirkiyê. Dadgehên Tirkiyê bi rengekî zalimane cezayên giran li wan birîn. Tevî ku derfetê berdana bi şert heye jî cezayê heta bi hetayê li wan hate birîn."  Li gorî daneyên HRW'ê, Tirkiye û komên girêdayî wê di cotmeh û kanûna 2019'an de li Serêkaniyê 63 Kurd û Ereb revandin. Tirkiyê di Cotmehê de dest bi êrişên nû kiribû. HRW'ê, îdîayên "hewldana ji bo xerakirina yekîtî û yekparebûna welêt" û "endametiya rêxistina terorîst" a van kesan pê sûcdar dike, sûcdariyên "bi guman" û "xumamî" ye. Rêxistina Mafên Mirovan HRW'ê diyar kir ku girtiyên di destê Tirkiyê de ne, ti delîlên sûc der barê wan de tune. Nûnerê HRW'ê Mîchael Page diyar kir, Tirkiye ku hêza dagirker e, divê dawî li girtina bi kêfî bîne û veguhastina van mirovan ber bi xaka xwe ve qedexe bike, bi vî rengî hurmetê nîşanî hiqûqa van mirovan bide. 

HRW'ê destnîşan kir ku 63 kes revandin Tirkiyê û li gorî hin nîşaneyan ev hejmar dibe ku nêzî 200 kesan be. Komîsera Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet jî meha Îlonê hişyarî dabû ku li Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine dagirkirin, bûyerên tundiyê û sûc zêde bûne. 

TENÊ LI EFRÎNE 66 JIN HATIN KUŞTIN
 Piştî Tirkiye herêm dagir kir, bûyerên revandin, êşkence, girtina bi rengekî kêfî, destavêtin, destdirêjî, talan bi rêk û pêk dibin. Bi taybetî li Efrînê ku di Adara 2018'an de hatiye dagirkirin ev sûc êdî rojane tên kirin. Li gorî Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Mirovan a Jinên Sûriyê, tenê li Efrînê 66 jin hatin kuştin, herî kêm 149 hatin revandin û êşkence û destavêtin li 178 jinan hatin kirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî diyar kir ku di navbera Adara 2018'an û 31'ê Kanûna 2020'î li Efrînê herî kêm 674 sivîl hatin kuştin, 7 hezar û 343 sivîl hatin revandin. Her wiha 314 hezar û 400 darên zeytûnê hatin birîn û weke êzingan hatin firotin. 11 hezar zeviyên çandiniyê hatin şewitandin, 75 cihên dîrokî hatin talankirin.

Serepeyv