Riyên Heseke û Qamişloyê li pey lihevhatina Rûsiye û hêzên kurd hatin vekirin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) riyên ku ji derdora 20 rojan beriya niha va li hin taxên Heseke û Qamişloyê girêdabûn, bi destpêbûna hatina xwarek û ardûyê û derxistina hemî amûrên leşkerî ji van navçeyan vekirin.
Piştî hatina xwarek û ardyûê bo taxên navendî yên bajarê Hesekeyê û du taxên Helko û Teyê li bajarê Qamişloyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) riyên têketina bo van taxan vekirin.
Her wiha hemî erebe û hêzên çekdar ku di 20 rojên bihurî da li van taxan bi cih bûbûn, derketin.
Xesan Helîm Xelîlê, waliyê Hesekeyê got: Lihevkirina jibo vekirina riyên taxên navendî yên Heseke û Qamişloyê bi çavdêriya Rûsiyê pêk hat da ku kiryarên dewletî li Helebê cih bên.
Wî got: Her nûçeyek derbarê dorpêçkirina du taxên Şêx Meqsûd û Til Refetê li derdora Helebê derew e û hemî kelûpelên hewce yên gel li van navçeyan jî hene.
Pêştir hin çavkaniyên xwecihî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi dorpêçkirina hin taxên Heseke û Qamişloyê tawanbar kiribûn.