Li Derayê peymaneke radestkirina çekên çekdaran hate îmzekirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ya Opozwsiyona Sûrî li Londonê eşkere kir ku li Derayê peymaneke radestkirina çekên çekdaran hate îmzekirin. Li gorî peymanê dê serçeteyê bi navê Ebû Tariq El-Sibehî dê bişînin herêmên bakurê Sûriyê yên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji parêzgeha Derayê, diyar kir ku duh peymanek bi çavdêriya Rûsyayê hatiye îmzekirin. Li gorî peymanê divê aloziya heyî li bajarê Tefis ê li rojavayê Derayê, bi dawî bibe.
Li gorî SOHR`ê di peymanê de hate piştrastkirin ku divê çekdar û rêveberên berê yên komên çekdar çekên xwe radest bikin, her wiha divê tu kes ji bajar neyê derxistin, ji bilî serçeteyekî bi navê Ebû Tariq El-Sibehî ku yek ji serçeteyên navdar e û dê wî bişînin herêmên bakurê Sûriyê yên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkirin. .