Di bombebarana Rûsyayê de 13 terorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin
Di bombebarana balafirên Rûsiyayê de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Hemwextî wê yekê li çolistana Sûriyê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de, şer rû da.
Şeva din li çolistana Meyadîn di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket, hemwextî wê hêzên hikumetê derdorê cihê şer topbaran kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di operasyonên lêgerîna li şaneyên DAIŞ`ê li herêmê de, 5 hêzên ser bi artêşa Sûriyê hatine kuştin. SOHR`ê her wiha ragihand ku di êrişên asîmanî yên balafirên Rûsyayê de 13 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Duh, balafirên şer ên Rûsyayê li dijî cihên bicihbûna terorîstên DAIŞ'ê li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqa û li ser rêya Humis-Dêrazorê, êrişên asîmanî pêk anîn.
Bombebarana dijwar a balafirên Rûsya li çolistanê, piştî kemîna çeteyên DAIŞ'ê li çola El-Şûla yê gundewarê Dêrazorê pêk hat ku erebeyên leşkerî hatibûn hedefgirtin û di encamê de 4 endamên hêzên hikumeta Sûriyê hatin kuştin û 10 birîndar bûn.