Çile 24, 2021 14:33 Asia/Tehran
  • Du berpirsên jin yên kurdên Sûriyê hatin kuştin

2 berpirsên jin yên Kurdên Sûriyê li parêzgeha Hesekê hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Encûmena bajarê Heseke, her yek ji Hind Letîf el-Xidir ku Seroka Komîteya Aborî li bajarokê Til Temir bû û  Seide Feysel el-Hirmas, cîgira serokê Encûmena bajarê Heseke bû, êvara roja îniyê (22 vê mehê) hatin revandin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin Hind Letîf el-Xidir û Seide Feysel el-Hirmas duhî kuştî hatin dîtin. Li gor zanyariyan, serê her du jinan jî hatine jêkirin.

Li aliyê din, saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê jî ragihand, beriya niha gef li herdû jinan hatibûn xwarin ji aliyê DAIŞê ve û termê wan jî li bajarokê Deşîşe li başûrê Heseke hatine dîtin.

Hin çavkaniyên nûçeyan li bakur û rojhilata Sûriyê dibêjin hevdemê zêdebûna hewldanên koma terorîst a DAIŞê li Iraq û Sûriyê, hêzn Tirkiyê û çeteyên wê jî dest dane kiryarên terorîst û bi revandin û kuştina rayedarên kurd ên Sûriyê, vê kiryarê davêjin ustiyê koma terorîst a DAIŞê. Ji aliyê din ve hin çavkaniyên din jî îdia dikin ji xwe zêdebûna hewldanên terorîstî yên DAIŞê bi saya alîkariyên Tirkiyê pêk tên. 

Serepeyv