Çile 23, 2021 08:31 Asia/Tehran
  • Li Qamişloyê yekemîn car emeliyeta dil hat kirin

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişlo Nexweşxaneya Dil û Çavan ava kiribû da ku bar li ser şêniyên herêmê sivik bike. Piştî amadekariyên gelek mehan rêveberiya nexweşxaneyê roja 21'yê mehê yekemîn emeliyeta dil çêkir. Kesê emeliyeta wî hat çêkirin 60 salî bû û emeliyet bi serketî derbas bû.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Li gorî gerînendeyê giştî yê nexweşxaneyê Mihemed Elî Ebdî, tîmeke bijîşkî ya pispor çavdêriya li emeliyetê kir û 4 saetan emeliyet li ber xwe da.

Ebdî destnîşan kir ku rewşa nexweş aram e û di baldariyê de ye.

Ebdî diyar kir ku tê payîn ku dê emeliyetên dil ên dîtir ji nexweşan re di çend rojên pêş de werin çêkirin.

Ev emeliyet a yekemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye tê kirin. Berê ev emeliyet li nexweşxaneyên Şam, Heleb û Humisê dihatin çêkirin.

Serepeyv