Çile 09, 2021 09:45 Asia/Tehran
  • Piştî sê salan ji dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê va, zêde ji 600 kes hatine kuştin û 7000 kes hatin revandin

Saziyeke mafên mirovan li Sûriyê ragihand ku di heyama sê salan ji dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê va, zêde ji 600 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Russia Today a Erebî, Saziya Mafên Mirovan a Efrînê di raporekê da derbarê rewşa navçeya Efrînê li parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye, ragihand ku di heyama sê salên bihurî da zêde ji 604 welatiyên sivîl di encama êrîşên Tikriyê û komên girêdayî bi wê hatione kuştin û zêde ji 7034 kes jî hatine revandin.

Li gorî vê raporê, di vê heyamê da ji ber êrîşên Tirkiyê 696 kes jî birîndar bûne ku 303 kes ji wan zarok bûne.

Vê saziya Mafên Mirovan her wiha ragihand: 300 hezar kes ji şêniyên Herêma Efrînê di heyama van sê salan da ji ber tundûtûjiyên artêşa Tirkiyê û komên pêra aware bûne.

Vê saziyê di dawiya rapora xwe da ji NY û sziyên navneteweyî xwestiye ku kiryarine bibaandor jibo rawestandina êrîşên Tirkiyê li dijî welatiyên Sûriyê nemaze li herêma Efrînê pêk bîne.

Artêşa Tirkiyê û komên çete yên bin sîvana piştgiriya wê hin navçeyên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê dagir kirine.

 

 

Serepeyv